Drei Kinder sitzen auf einer Treppe und gucken in die Kamera
© Samer Daboul

Tu bi xêr hatî bo „Beşa xwe“!

Dayik û bavên hêja, Hemû zarok ji çîrokan hez dikin! Li dema xwendina çîrokan bi dengê bilind an li dema vegotina wan hûn dikarin bi zaroka/ê xwe re çîrokên corbecor aşkere bikin. Bêguman ev yek dê dilê zaroka/ê we gelek şad bike.

Da em dest pê bikin! Hûn dikarin li vê derê pirtûka „Wimmelbuch“ bi zimanê xwe bibînin.

Rojek bi Sofya, Enes û Emîr re

pirtûkê veke

Bi rê de di gel Elifê û Malikî

pirtûkê veke

Lê helbet hindek başiyên din jî hene.

Ji ber ku li dema xwendina çîrokan bi dengê bilind an vegotina wan:

  • hûn demeke xweş bi zaroka/ê xwe re derbas dikin.
  • zaroka/ê we fêrî peyvên nû dibe.
  • hizrên nû dikevin serê zaroka/ê we de.
  • zaroka/ê we fêrî dilsoziyê dibe, beramber kesên din.
  • zaroka/ê we fêrî zanîna nû dibe.
  • hezkirina bixwe xwendinê li cem zaroka/ê we peyda dike. zaroka/ê we dê baştir ji bo dibistanê were amadekirin.

Hûn dikarin yekser dest bi xwendina bi dengê bilind bikin!

Hûn dikarin weha hilbijêrin:

Gelo ez dixwazim behra bihtir bi kîjan zimanî bi dengê bilind bixwînim? Ji ber ku xwendina bi dengê bilind bi her zimanekî di baş e! Zimanê we ne di nav wan zimanên wergerandî de ye? Ev qet ne pirsgirêk e. Hûn dikarin tev zaroka/ê xwe ji xwe re li wêneyan binêrin. Û hûn bixwe dikarin çîrokekê ji xwe re çêkin.

 

Li vê derê çend şîretek ji bo xwendina bi dengê bilind hene:

Xwendina bi dengê bilind ji bo jiyana rojane guncayî ye!

Hema tenê 5 xulekên xwendina bi dengê bilind dê mirovî dilxweş bike. Û ev yek dê bibe alîkar ji bo pêşveçûna zaroka/ê we. Hûn ne mecbûrin pirtûka Wimmel ya wênedar bi yekcarê bixwînin. Hûn dikarin hercar hindek rûpelan jê bixwînin. Bihêlin ku zaroka/ê we biriyara vê yekê bide: Pêdviye îro ev rûpel be.

Bi zaroka/ê xwe re biaxivin!

Dibe ku zaroka/ê we nehêle hûn xwendinê berdewam bikin. Ev ne tiştekî xirab e.  Ji ber ku ew jî giring e, mirov li ser tiştê hatî bihîstin û wêneyan biaxive. Wek mînak, hindek pirsên lêgerînê jî di pirtûkê de hene. Êdî hûn dikarin bi zaroka/ê xwe re li wan tiştên ku lêdigerin di wan wêneyan de bibînin. Paşî navê wan tiştan jî bêjin. Ne giring e, bi zimanê almanî be yan bi zimanekî din be. Hûn jî dikarin pirsên xwe yên taybet biafirînin. Wek mînak: „Hemû tiştên sor di pirtûkê de peyda bike“

Hûn ne mecbûrin lîstikvan bin!

Hûn ne mecbûrin li dem xwendina bi dengê bilind lîstikvan bin. Her çawa be jî, dê kêfa zaroka/ê we jê re were. Li dema xwendina bi dengê bilind divê hûn jî hest bi xweşiyê bikin. Hûn dikarin hindek caran bi dengê bilind û hinde caran bi dengê nizm bixwînin. An jî carna bilez û carna hêdiya. Ka çawa ji bo çîrokê digunce.

Nach oben scrollen
Jetzt spenden!